lördag 23 maj 2015

Wêneyê Baskîlan yê zarokatîya min



Hîs û ramanên dema zarokatîya mirov her tim bi mirov re dijîn. Ku wusa nebûya me yê axa ku me zarokatîya xwe li ser derbas kirîye û em li ser mezin bûne hez nekira. Ew axa ku her sal kulîlkên rengîn di hembêza wê de hêşin didan. Ew kulîlkên ku me bi destên xwe yên biçûçik berhev dikirin û di heman demê de di xeyalên zarokatîya xwe de dijîyan. Eynî şîlan, eynî dureşk, eynî guhîj, eynî behîv, eynî gûz di her payîzê de.

Zevî û bexçeyên ku di nav hêşinayîyê de di meha nîsan û gulanê de, pelên darên cûda û rengîn di navbera min û azmanên şîn de, ew kulîlkên biharê yên rengîn, ew gîhayê xaşîlkan yê exotîk, pêçeka ku xwe li lingê min werdida, gihayê misîrcank ku weke şêrekî serê xwe radikir di dilê min de weke xuşinîya ava çê ya zelal weke melodîyê têlê tembûrê bi cih bûye..
Ew kulîlkên rengîn yên nas, ew çîveçîva çûkên nas, azmanên çîksayî, ew zevîyên cotkirî û hêşin, ew aramîya xwezayê, bîhna kulîlkên behîv û xurmikan. Ew xeyalên zarokatîya min e. Ew jîyana min ya zarokatîyê ye ku zimanê min ê şêrîn pêk anîye. Bîranînên zarokatîya min yên biçûk, mezin, şên balkêş û şêrîn ku min bi wî zimanî heta niha bi xwe re jîyandine.
Zevîyên gund, bexçeyên mişmişan, darên behîvan, kulîlkên darên behîvan, bîhna pelên darên gûzan. Bîhna kulîlkên xurmik û bêhîvan qet ji bîra min naçin. Kulîlkên behîvan yên dema zarokatîya min xwe li ku derê veşartine gelo. Çîyayê li hember gund, zinarê li orta çîya. Zinarê têgîna dema zarokatîya min. Zinarê ku ji bo min wek dem bû ango saeta min bû. Min navê wî zinarî kiribû ”Zinarê demê”. Her ku ez diçim gund ez li sîha wî zinarî dinêrim. Hem sîha wî û hem jî çîyayê Hesen ku wê demê ji bo min gihaştina wî, weke gihaştina hîvê dihat. Her ku li ber mala me li wî çîyayî dinêrim demên zaroktîya min tên bîra min.
Bîhna kulîlkên darên xurmikan ya ne jibîrkirî. Di meha tîrmehê de mişmişên ku bi rengê xwe yê zer, payîzê jî pastix û benîyên ku bi reng û bîhna xwe ku ser xanîyên gund dixemilandin. Biharê bîhna kulîlkên behîv û xurmikan qet ji bîr nakim. Zevîyên gund ku ji min re weke ku li welatekî din bin dûrî malên gund dihatin. Dema palehîyê di bin sîha darê ya hûnik de xewa zarokatîyê ya şêrîn. Û li bin dara gûzê kakilê gûzan yên bi av xwarin qet ji bîra min naçe.
Di meha tebaxê de li qelmê siwar bûn weke hîsseke bê hempa bû. Dema ku ga qelm digerandin dengê genîm yê bin qelmê weke ku evîndarek li ser evîna xwe helbesteke bi melodîyekê bîne ziman, dihat. Dema ku ez li ser qelmê li dû dayika xwe rudiniştim û min li çîyayên Torosan dinêrî ez diketim nav xeyalên ku ez ê rojekê bikaribim bighêjim wan çiyan.
Dema ku ez diçim nav zevîya me ya çaqilê, li çîyayên Torosê dinêrim. Çîyayên ku ji min re gihaştina wan weke çûyîna hîvê dihatin. Û ez li wir rûdinihim û dikevim nav xeyalên zarokatîya xwe. Xeyalên min li ber bayê Torosan pel didin. Û ew xeyalên zarokatîya min yên ku wek îro li bîra min in.
Baskîla ku demeke ji bo min bajarê dinyayê yê herî mezin dihat, xwedîyê çarşîyeke herî biçûk e di dinyayê ye. Çîyayên ku ew di çar alîyên de pêçan e, Baskîla şêrîn weke zarokekî biçûk hembêz kirine. Tu bawer dikî ku tu gavekê bavêje dê dawî li Baskîlê bê, wuqas biçûk û wuqas şêrîn.
Dema ku ez di nav bexçeyên mişmişan de digerim ez dikevim nav hîseke ku ewrên şîn, çîya û çîyan jî Baskîl hembêz kiribê. Û ev wêne dilovanî û şêrînîya dinyayê tîne bîra min. Wê demê xwîna min dikele, ez di nav hestên zarokatîya xwe yên xweşik de ajnê dikim. Weke ajnevanekî ku xelatê dinyayê ya zêrîn girtibe û ala welatê xwe ba dike dibim.
Lê ka ew demên xweşik ku aramî didan min. Wusa bûye ku mirov dibêje qey kesekî ku tu pê re rûne û bi zimanê ew şêrîn bipeyve nemaye. Mirovên wira çiqes ji kokên xwe dûrketine. Ew çiqes ji min dûr ketine, an jî dibe ku ez ji wan dûr ketibim gelo!

Sabiha Diljen
Tebax 2012

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar